Êriş li xala hilbijartinê ya IYI Partî hat kirin û birîndar hene
Li Stenbolê êriş li xala hilbijartinê ya IYI Partî hat kirin, di encamê de 7 kes birîndar bûn. Serokatiya IYI Partî jî Serokê MHPê ji ber rijandina her dilopeke xwînê berpirsiyar e.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Stenbolê êriş li xala hilbijartinê ya IYI Partî hat kirin, di encamê de 7 kes birîndar bûn. Serokatiya IYI Partî jî Serokê MHPê ji ber rijandina her dilopeke xwînê berpirsiyar e.
Komek êrişkaran, bi kêr û daran li navçeya Baxcilar ya Stenbolê êriş birin li ser endamên IYI Partî ku bangeşeya hilbijartinê dikirin. Di êrişê de 7 endamên IYI Partî birîndar bûn.
Kesên birîndar bo nexweşxaneyan hatin veguhestin û êrişkar ji cihê bûyerê reviyan.
Serokê Şaxa Stenbolê ya IYI Partî da xuyakirin, koma êrişkaran ku ji 100 kesan pêk dihat, êrişî xala hilbijartina partiya wan kirine û rewşa birîndarekî giran e.
Serokatiya IYI Partî banga aramiyê kir û ji ber rijandina her dilopeke xwînê jî Serokê MHPê Dewlet Bahçelî berpirsiyar dibîne.
S. B