Demîrtaş banga bêdengkirina çekan dike

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş banga bêdengkirina çekan dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş banga bêdengkirina çekan dike.

Hevserokê berê yê HDPê û Namzetê HDPê bo Serokomartiya Tirkiyê Selahetên Demîrtaş ji BBC beşa Tirkî re axivî û got, nabe tenê di pêvajoyên hilbijartinan de çek bêdeng bibin. Divê çek her tim bêdeng bin. Divê pirsgirêk ne bi riya çekan lê bi riya siyaseta demokratîk were çareserkirin.

Demîrtaş herwiha bang ki hikûmeta Tirkiyê jî kir û da zanîn, divê hikûmeta Tirkiyê pirsa kurdî wekî pirseke terorê binav neke û bi rêyên demokratîk çareser bike.

Namzetê HDPê bo hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê Selahetîn Demîrtaş ku ev salek û nîv e di zîndana Edîrneyê de ye, berî du rojan ji ajansa Reutersê re ragihandibû, di mercên rewşa awarte de hilbijartineke demokratîk û dadperwerî mimkun nîn e. 

 

S. B