Ji Hewlêrê ta Diyarbekirê kêşeya Kurd bûye kêşeyeke herêmê

Li Stenbolê ji bo metodên nû yên çareseriya kêşeya Kurd ji aliyê Weqfa Aştiyê ve komebatek hate dirustkirin. Di komxebatê de li ser mijarên wek "Di Prosesa Çareseriyê de Rola Saziyên Medenî ên Civakî û Lêgerîna Rêyeke Nû ji bo Çareseriyê" nîqaş hatin kirin û raport hatin pêşkêşkirin.

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê ji bo metodên nû yên çareseriya kêşeya Kurd ji aliyê Weqfa Aştiyê ve komebatek hate dirustkirin. Di komxebatê de li ser mijarên wek "Di Prosesa Çareseriyê de Rola Saziyên Medenî ên Civakî û Lêgerîna Rêyeke Nû ji bo Çareseriyê" nîqaş hatin kirin û raport hatin pêşkêşkirin.

Ji aliyê Weqfa Aştiyê ve li Stenbolê ji bo çareseriya kêşeya Kurd komxebatek hate lidarxistin. Di komxebatê de zêdetirî 50 dam û dezgehên aştî û demokrasiyê digel akademsiyen, jureya parêzerên Diyarbekir û rêxistiên pîşeyî ên curbecur beşdarî tê de kir. Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz li ser çareseriya kêşeya Kurd diyar kir, wan bi vê komxebata xwe xwestiye hem bi dewlet û hem jî aliyên din ên şer dikin, bidin nîşan ku ji bilî şer çareyên din jî hene. Ew dibêje; ji ber ku ji Hewlêrê heta Tirkiye û cografyayên din kêşeya Kurd bûye kêşeya herêmê, êdî Tikliye bi tena serê xwe nikare Kêşeya Kurd çareser bike.

Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz ji K24ê re jî wiha axiv: "Berî niha bi demek kin, me dît bê hem hikûmet hem jî dam û dezgêzên medenî ên Tirk helwesteke çawa nîşan dan li dij referandûma serxwebûna Kurdisanê. Heman helwestê xwe di operasyona Efrînê de jî da nîşan. Ev sersariya li dij Kurdan ya hikûmet û saziyên Tirkiyê nîşaneya wê yekê ku kêşeya Kurd bûye kêşeyeke herêmê. Çare di aştî, şernekirin û siyaseta sivîl de ye."

Li gorî lêkolîner Cuma Çîçek çareseriya kêşeya Kurd zêdetir di bin erkê siyasiyan de maye. Aliyên akademî, saziyên medenî û medya gelekî lawaz e û nikare bandorê li siyasetê bike. Çîçek wek mînak prosesa aştiyê ya Filîpînê nîşan dide û dibêje; li wê derê 7 caran li hev rûniştin pêk hatin, gelek caran proses xerabû heta 4 salan şer dom kir, lê dîsa lihevrûniştin û di cara heftemîn de aştî bi ser ket. Ew dibêje ji bo diyalogê li Tirkiyê ezmûneke dûvedirêj peyda nebûye. Ji bo vê yekê pêwîst e ezmûnek çê bibe li rexê dam û dezgehên medenî û aliyên siyasî.

Amadekarê raporta Rola Dezgehên Medenî ya di Prosesa Çareseriyê de Cuma Çîçek got: "Dema em li Tirkiyê dinêhêrin hîn ji bo diyalogê tecrûbeyek kom nebûye. Mirov dikare bibejê çend hewldan hene yek ji 99an heta 2004an wekî hûn jî dizanin pêvajoya Îmraliyê. Piştî wê pêvajoya Osloyê bû, 2008 û 2011an de bû. Ya herî dawîn jî pêvajoya aştiyê yanî ya çareseriyê bû. Ew jî di 2013 û 2015an de bû. Lê dema em li her sê pêvajoyan jî binihêrin yek ji wan jî negihîşt asta mûzakereyê. Di asta temas yanî hev dû naskirinê de ma. Rewşa heyî mixabin bi giranî wek di bin bandora siyasi de maye û ew jî mixabin ji aştiyê gelek dûr in."

Li gor encamnameya komxebata Weqfa Aştiyê, divê ji bo çareseriya kêşeya Kurd û jinûvedestpêkirina prosesa çarseriyê, dam û dezgehên medenî, akademisyen, medya û civak bi her awayî bê amadekirin û di çaroveya metodên nû û şernekirinê de bê perwerdekirin. Li ser esasên mînakên li cîhanê ku piştî şerên tund jî prosesên aştiyê dest pê kirine û bi erênî encam dane.