Karamollaoglu: Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu radigihîne, ji bo çareserkirina pirsa Kurdî divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu radigihîne, ji bo çareserkirina pirsa Kurdî divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Karamollaoglu îro bersivê pirsên rojnamevanan da û got perwerdehiya zimanê dayikê mafekî rewa ye û divê neyê qedexekirin. Divê ji bo çareserkirina pirsa Kurdî, zimanê Kurdî bibe zimanê perwedehiyê.
Serokê Partiya Saadetê herwiha banga azadkirina Hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş jî kir û got, ger ti astengiyek yasayî li beramberî namzetbûna Demîrtaş bo hilbijartinên Serokomariyê nebe, divê ew were azadkirin. Divê Demîrtaş bikaribe nêrînên xwe ji raya giştî re parve bike.
S. B