Îsraîl: Hîna me “Mala Belûrî” ya Îranî li Sûriyê armanc negirtiye

Îsraîl hêzeke mezin li ser sînorê xwe bi Sûriyê re kom dike, wek amadekariyekê ji egera destpêkirina her êrîşekê re.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îsraîl hêzeke mezin li ser sînorê xwe bi Sûriyê re kom dike, wek amadekariyekê ji egera destpêkirina her êrîşekê re.

Peyvdarê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihand, Îsraîl artêşa Îsraîlê li dijî armancên Îranê yên li Sûriyê liv û tevgerê dike û Sûriye hişyar kir, ku çi tevgerekê bike, dê rûbirûyî metirsiyên mezin bibe.

Ev daxuyaniya Peyvdarê Artêşa Îsraîlê piştî wê tê, binkeyên Îranî yên li Sûriyê bi hejmarek mûşekan bilindahiyên Colanê kiribûn.

Firokeyên Îsraîlê jî bersiva wê êrîşa Îranî da û firokeyên şer ên Îsraîlê hejmarek ji binke, navend û komkgehên çekdan ên Feyleq Qudis a Îranî li Sûriyê bombebaran kirin.

Bilindbûna asta aloziyê di navbera Îsraîl û Îranê piştî wê yekê tê, roja 8ê vê mehê Serokê Amerîka Donald Trump vekişîna welatê xwe ji rêkeftina atomî ya bi Îranê re ragihand û tekezî li ser wê yekê kir, ewê cezayên tund li ser wî welatî bisepînin.

Komara Îslamî ya Îranê 10 binkeyên leşkerî yên sereke li Sûriyê damezrandine, ev jî girîngtirîn binek ne:

Yekem: Binkeya sereke li başûrê Şamê:

Di meha Mijdara sala 2017an de di riya heyva destkird re wêneyên wê hatin girtin. Ew binkeya leşkerî 13 K.M li başûrê Şamê ye û 50 K.M nêzîkî sînorî Îsraîlê ye.

Ew binke ji 20 avahiyên hewandina leşkeran û komkirina barhilgiran pêk hatiye.

Wek wêneya heyva destkird diyar kiriye, ew binke di meha Çileya 2017an de dest bi avakirina wê bûye û di meha Mijdara heman salê bidawî bûye û ji aliyê Feyleqa Qudis a ser bi Supaya Pasdaran vet ê birêvebirin.

Duyem: Bikeya Mala Belûrî

Di rûyê qebare û girîngiyê ve li pişt binkeya yekem tê hejmartin. Ew binke li nêzîkî firokxaneya Şamê ya Navdewletî ye, 20 K.M nêzîkî Şamê û 70 K.M nêzîkî sînorê Îsraîlê ye.

Girîngiya vê binkeyê ew e, binkeya sereke a Pasdarên Îranê ye û ji wê navendê e hevkarî ji bo tevahiya yekîneyên Îranî yên li Sûriyê tên şandin.

Avahiya wê ji 5 qatan û 180 odeyan pêk tê û ji aliyê nêzîkî hezar pasewanî ve tê parastin û dîwarê wê li dijî teqînan e.

Sêyem: Binkeya nêzîkî sînorê Iraqê:

Li firokxaneya (Sîn) yan firokxaneya Seqal e, bi 140 K.M li başûrê rojavayê bajarê Tedmurê dikeve û 90 K.M li bakurê rojhilatê Şamê ye. Ev binke ji mezintirîn binkeyên esmanî yên rêjîma Sûriyê ye.

Îran ji vê firokxaneya ku nêzîkî deriyê sînorî Welîd yê bi sînorê Iraqê li Tinifê dikeve, barên xwe yên leşkerî tê re vediguhêze. Herwiha Îran dixwaze di wî derî re hêla di navbera Îran, Iraq û Sûriyê de veke.

Çarem: Komgehên çekan li Helebê

Ev binke li çiyayê Ezan li gundewarê başûrê Helebê dikeve û ev binkeya Îranî wek komgeha çekan tê hejmaretin.

Ev binke di sala 2015an de hat avakirin û di dawiya sala 2016an de rola wê ya girîng hebû ji bo vegerandina Helebê ji destê çekdarên opozîsyonê. Çekdarên mîlîşyayên Iraqî, Efganî û Pakistanî lê dimînin.

Pêncem: Binkeya Mûşekan

Sala bûrî hevya destkird wêneyên hejmarek ji binke û navendê taybet bi mûşekan li bajarê Banyasê li nêzîkî bendera Tertûsê tomar kirin.

Tevî ku bi tekezî nehatiye zanîn ku çi li vê binkeyê heye, lê pê de diçe ku mûşekên ballistic ên mamnavend ên Îranî li wê binkeyê hatibin bicihkirin. 

 

S. B