Erdogan: PKK Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne

Erdogan: PKK partiyek damezirandiye û bi riya wê partiyê gefê li Kurdan dike û wan ji bo berjewediyên xwe yên siyasî bikar tîne.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1ddaa902-7f73-47cc-b1e9-e604389793bb/PKK.ism/manifest

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Enqera paytexta Tirkiyê ragihand, ku PKK partiyek damezirandiye û bi riya wê partiyê gefê li Kurdan dike û wan ji bo berjewediyên xwe yên siyasî bikar tîne.

Erdogan di gotareke cemawerî de, bi amadebûna hezaran ji alîgirên AKPê, bêyî ku navê PKKê bîne ziman, behsa wê kir û got: Hin kesan berî niha li welatê me cudakarî kirin, piştre partiyek din damezirandin û gef li birayên min yên Kurd kirin û ew ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn, xendeq kolan û mixabin başûrê rojhilatê Tirkiyê dabeş kirin, lê me dersên pêwîst dan wan û me li navçeyên Cûdî, Gabar û Tendurekê êrîşî wan kir.

Di destpêka sala 2013an de, piroseya aştiyê di navbera Tirkiyê û PKKê de destpê kir, di wê piroseyê de gavên baş hatin avêtin, lê bi gotina Hikûmeta Tirkiyê, piştî ku PKK di nav bajaran de xendeq kolan û amadekariyên şer kir, piroseya aştiyê ji aliyê wan ve bidawî hat.

Di 25ê Tîrmeha 2015an de, Partiya Karkirên Kurdistanê herifîna piroseya aştiyê ragihand.  

N.O