Qasim Şeşo: Tirs heye li Şingalê sextekarî bê kirin

Fermandarê Farmandariya Şingalê ya Hêza Pêşmerge radigihîne, gûman heye li Şingalê û derdora wê sextekarî di hilbijartinan de were kirin. Diyar kir jî, ji bo Kurd dengên pêwîst bidest nexin, Erebên ku berê êrîşî Şingalê kirine û xelk kuştine tînin Şingalê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Farmandariya Şingalê ya Hêza Pêşmerge Qasim Şeşo ji K24ê re ragihand, heger fişar li ser dengdaran neyin kirin û rêgirî li sextekariyê bê kirin, ji sedî 90 ji welatiyan dengê xwe didin lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê.

Herwiha Şeşo got: “Sextekarî li Şingal, Xane Sorê û Sinûnê tê kirin û ew Erebên berê em dikuştin û niha wan tînin ji bo dengê xwe li deverên me bidin, ji bo Kurd dengê pêwîst bidest nexe.”

Qasim Şeşo amaje bi wê da, heger rêgirî li Şingalê neyê kirin, li Şingalê zêdetir ji 10 dengderên PDKê li Şingalê hene, lê tirs heye ji aliyê desthilatên ku li wan deveran hene rêgirî li dengderên were kirin û dengên wan bişewitînin.”

S. B

Fly Erbil Advertisment