Zêbarî: Kurd yekgirtû be dibe mezintirîn koma parlemantoyê
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hişyar Zêbarî ji K24ê re aşkere kir, îro serkirdatiya PDKê dicive û nirxandina proseya hilbijartinan dike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hişyar Zêbarî ji K24ê re aşkere kir, îro serkirdatiya PDKê dicive û nirxandina proseya hilbijartinan dike.
Endamê Polîtburoya PDKê Hişyar Zêbarî beşdarî bernameya “Basî Roj” a K24ê bû û got, heger Kurd li Bexdayê yekgirtî be, ew dibe mezintirîn kom di nava parlemantoya Iraqê de û bandora wê jî li ser danûstandinan dibe.
Şeva bûrî Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê encamên proseya hilbijartina parlemantoya Iraqê ragihand û lîsta “Saîron” a Muqteda Sedir bi 54 kursiyan pileya yekem bidest xist.
S. B