HDP ji bo azadkirina Demîrtaş serî li Dadgeha Enqerê da

Îro Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Selahatîn Demîrtaş were azadkirin serî li Dadgeha Enqereyê dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Selahatîn Demîrtaş were azadkirin serî li Dadgeha Enqereyê dide.

Di derbarê mijarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand, ku Namzetê wan ê Serokomartiyê Selahatîn Demîrtaş dê îro demjimêr di 10:00 de serî li Dadgeha Enqereyê bide û daxwaza azadiya xwe bike.

Ser navê Demîrtaşî dê Parlementerên HDPê Ayşe Acar Başaran û Bedîa Ozgokce serîlêdan bikin û li ber deriyê Dadgeha Enqereyê jî daxuyaniyê bidin rojnamevanan.

 

S. B