Du welatî li Şingalê hatin revandin

Du welatiyên ji gundê Werdiye yê ser bi Şingalê ve ji aliyê grûpeke nenas ve hatin revandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Du welatiyên ji gundê Werdiye yê ser bi Şingalê ve ji aliyê grûpeke nenas ve hatin revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me li Şingalê, du welatiyên ji gundê Werdiye (Bircis Xelîl Ebdo û Cemîl Xidir Serhan) duhî dema ji kampa Serdeştê ya li ser çiyayê Şingalê vedigeriyan gundê xwe, ji aliyê grûpeke nenas ve hatin revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Malbatên wan her du kesan daxwazê ji aliyên pêwendîdar dikin, lêkolînê bikin, ji bo çarenivîsa wan were diyarkirin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, navçeya ku ew her du kes jê hatine revandin, di bin kontrola PKKê de ye, ji ber wê tê gumankirin ku ew ji aliyê PKKê ve hatibin revandin.