Çekdarên Opozisyonê Şêx Meqsûd topbaran kirin
Çekdarên Opozisyona Sûriyê taxa Şêx Meqsûd a Kurdan ya bajarê Helebê topbaran kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Çekdarên Opozisyona Sûriyê taxa Şêx Meqsûd a Kurdan ya bajarê Helebê topbaran kirin.
Ligor medya nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, Çekdarên Opozisyona Sûriyê ji bajarokê Kefer Hemre, ku xalek çavdêriya Tirkiyê jî lê heye, Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bi du topan topbaran kirin.
Di encam de hejmarek welatî birîndar bûn û ziyan gehaye mal û mulkên xelkê.
Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, ku piraniya xelkê wê Kurd in, ev sêyemîn car e, ji aliyê çekdarên Opozisyonê yên ku li wî bajarokî dimînin, topbaran dikin.
C.B