Erdogan pêwendiyeke telefonî li gel Sedir encam da
Muqteda Sedir ji Erdogan re: Ezê hemû bizavên xwe bikim, ji bo mafên hemû gelên Iraqê di nav de jî yên Tirkumanan biparêzim.
K24 - Navenda Nûçeyan
Nivîsgeha rêberê Şepêla Sedir eşkera kir, ku şevê din serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan pêwendiyeke telefonî li gel rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir encam da û serketina Hevpeymaniya Sairûn di hilbijartinên Iraqê de li wî pîroz kir.
Herwiha di wê pêwendiyê de, Erdogan daxwaz ji Sedir kir, lêkolînê li ser egera hebûna saxtekariyan di hilbijartinan de bike.
Di beramber de, Muqteda Sedir ragihand, ku ewê hemû bizavên xwe bike, ji bo mafên hemû gelên Iraqê di nav de jî yên Tirkumanan biparêze.
Di hilbijartinên Perlemana Iraqê de, Hevpeymaniya Sairûn ya ku rêberê Şepêla Sedir (Muqteda Sedir) piştevaniya wê dike, li ser astê Iraqê yekem derket û karî 54 kursiyan bidest bixîne.
N.O