Erdogan ji welatiyên Tirkiyê dixwaze ku pereyên di balîfan de derxînin
Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan daxwaz ji welatiyên Tirkiyê kir, ku pereyên xwe yên di balîfan de derxînin û bi Euro û Dolaran, Lîreya Tirkiyê bikirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan daxwaz ji welatiyên Tirkiyê kir, ku pereyên xwe yên di balîfan de derxînin û bi Euro û Dolaran, Lîreya Tirkiyê bikirin.
Ev daxwaza Erdogan ji ber wê yekê ye, ku ji destpêka vê salê ve, nirxê Lîreya Tirkiyê 20% beramberî Dolarê Amerîkî daketiye.
Di dema serdana wî de ji bo Erzerûmê ji bo bangeşeya hilbijartinan, Erdogan ew daxwaz li welatiyên Tirkiyê kir û got: "Em pêkve dikarin rewşa niha berûvajî bikin".
Daketina nirxê Lîreyê û xirabiya rewşa abûriya Tirkiyê, yek ji wan çekan e, ku dijberên Erdogan dixwazin di hilbijartinên dahatî de li dijî wî bikar bînin û rexneyan lê bikin, ku heya niha bizavên Hikûmetê û yên Banka Navendî ji bo cîgirkirina nirxê Lîrê bê mifa ne.
N.O