Macron: Azadiya rojnamegerî nebe, diktatorî heye
Serokê Fransayê Emmanuel Macron rexne li alîgirên AK Partî ku li Parîsê afîşên kovara Le Poînte dirîne dike û dibêje, dema azadiya rojnamegerî nebe, dîktatorî heye
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Fransayê Emmanuel Macron rexne li alîgirên AK Partî ku li Parîsê afîşên kovara Le Poînte dirîne dike û dibêje, dema azadiya rojnamegerî nebe, dîktatorî heye.
Kovara heftane ya Fransî Le Poînte, rûpela xwe ya sereke bo Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan veqetand û wek dîktator binav kir. Alîgirên AK Partiyê yên li Fransayê, afîş û reklamên kovarê çirandin û helwesta kovarê şermezar kirin.
Serokê Fransayê Macron li ser twîtterê da xuyakirin, ew li derve û hundir tu carê qebûl nakin ku, neyarên azadiyê êrişî kovaran bikin û nehêlin bên firotin.
Da xûyakirin, bedîlê azadiya rojnamevanî nîn e, eger azadiya rojnemevanî nebe, dîktatorî heye.
C.B