Merkel, Erdogan ne vexwendiye Almanyayê

Ligor nûçeya Deutsche Welle (Dengê Almanya) beşa tirkî, tu vexwendnameyek ji alî Merkel ve bo Erdogan nehatiye kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Medya Tirkiye ragihandibû ku, Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu daye diyarkirin ku, Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan piştî hilbijartinên 24ê Hezîranê vexwendiya Almanyayê.

Ev nûçe ji alî: Ajansa Anadolu, DHA, Ahaber, NTV, Hurriyet, haberTurk, T24 û gelek qenalên telewizyonî, rojname û malperên internetî ve jî hatibû weşandin.

Medya Almanya qet behsa vexwendinek weha nekir.

Ligor nûçeya Deutsche Welle (Dengê Almanya) beşa tirkî, tu vexwendnameyek ji alî Merkel ve bo Erdogan nehatiye kirin. Ji xwe vexwendina Serokomarek dikare tenê ji alî Serokomarê Almanya ve bê kirin.

 

 

 

C.B