Almanya hevdîtina Merkel û Erdogan red kir

Berpirsên Hikûmeta Almanî red kirin ku serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan serdana Almanya bike û li gel şêwirmenda wî welatî Angela Merkil bicive.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsên Hikûmeta Almanî red kirin ku serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan serdana Almanya bike û li gel şêwirmenda wî welatî Angela Merkil bicive.

Medya Tirkiyê ragihand, ku şêwirmenda Almanî Angela Merkil, vexwendinek ji serokê Tirkiyê Receb teyib Erdogan re şandiye, ku piştî hilbijartinên 24ê Hizêranê serdana Almanya bike.

Li gorî zanyariyên beşê Tirkî yê ajanseke Almanî, ku li ser zimanê jêderekî ji wezareta derve ya Almanî belav kiriye, Merkil ti vexwendin ji Erdogan re neşandiye û bi gotina wê ajansê, tenê serokê Almanya kare vexwendinê ji Erdogan re bişîne.

Berpirsên Tirkiyê dixwazin ku pêwendiyên welatê li gel Almanya asayî bibin û ji bo vê armancê berî çend mehan aliyê Tirkî daxwaz kiribû ku Erdogan serdana Almanya bike, lê ji ber ku di heman rojê Tirkiyê biryar da hilbijartinên pêşwext bên encamdan, daxwaza serdana Erdogan hat redkirin.

N.O