Artêşa Tirk: 3 serbazên me hatine kuştin
Artêşa Tirk da xuyakirin, di nav axa başûrê Kurdistanê de 3 leşkerên wan hatine kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirk da xuyakirin, di nav axa başûrê Kurdistanê de 3 leşkerên wan hatine kuştin.
Serokerkaniya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir, Operasyonên Artêşa Tirk hember gerîlayên PKKê di nav axa başûrê Kurdistanê de berdewam dikin.
Hat ragihandin, di Operasyonan de, bi gerîlayên PKKê re şer derketiye û di encamê de 3 leşker hatine kuştin.
Artêşa Tirk, li devera Xakurkê û Lêlîkanê nêzîkî 20 kîlometre ketiye nav axa başûrê Kurdistanê.
C.B