Hilbijartinên Tirkiyê.. “Baweriya Kurd bi peyamên siyasî nîn e”
Tevî ku ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji mehekê kêmtir dem maye, li Diyarbekirê liv û tevgera hilbijartinê kêm e û hawirdora bangeşiya hilbijartinê di nav bajêr de qels tê dîtin. Civaknas vê qelsiyê bi şikestina hêviyên xelkê bajêr û bandora Rewşa Awarte ve girêdidin. Li gorî akademîsyenên qada siyasî jî dibêjin; di peyamên siyasetmedaran xelkê herêmê qanih nakin, loma xelk jî fikirê xwe aşkera nake.
K24 – Diyarbekir
Tevî ku ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji mehekê kêmtir dem maye, li Diyarbekirê liv û tevgera hilbijartinê kêm e û hawirdora bangeşiya hilbijartinê di nav bajêr de qels tê dîtin. Civaknas vê qelsiyê bi şikestina hêviyên xelkê bajêr û bandora Rewşa Awarte ve girêdidin. Li gorî akademîsyenên qada siyasî jî dibêjin; di peyamên siyasetmedaran xelkê herêmê qanih nakin, loma xelk jî fikirê xwe aşkera nake.
Di pêvajoya hilbijartinên gelemperî yên serdemên berê de ku xebatên bangeşiyê digihîştin asta herî jor; di van hilbijartinên pêşwext de ew hawirdor qels e û li xebatgehên partiyên siyasî liv û tevger nayê dîtin. Civaknas Şêxmûs Sefer, bêdengiya xebatên bangeşiyê û qelsiya liv û tevgerên xebatan; bi kêmbûna kelecana civakê ve girêdide.
Civaknas Şêxmûs Sefer ji K24ê re got: "Ji bo xilasiya ji vê desthilatiyê, ev hilbijartin ji bo Kurdan bi rastî jî tiştekî baş e. Ji bo ku biryara xwe bidin, ji bo ku bikaribin di pêşerojê de rojên xweştir bijîn; Kurd neçar in ku dengên xwe bidin û neçar in çalak bin. Lê mixabin ji ber şert û mercên ku li bakûr qewimîn, Kurd jî wekî gelek miletên ku li Tirkiyeyê dijîn, wê kelecan û atmosfera berê nîşan nadin. "
Hilbijartina 24'ê Hezîranê ku dê ji bo hilbijartina parlementeriyê bê kirin, îsal dê di bin siya Rewşa Awarte de derbas bibe. Li gorî siyasetmedarên herêmê, her çiqas xebatên bangeşiyê bên kirin jî di Rewşa Awarte de dengdayîn, bandorên neyînî li civakê dike. Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê Vedat Koçal ku yek ji pisporên Zanistiyên Siyasî ye, sekanbûna hawirdora hilbijartinê, ji Rewşa Awarte zêdetir, bi qanihnekirina gel a ji bo Pirsgirêkên Kurdan ve girêdide.
Vedat Koçal dibêje: "Ji sala 2013'an û bi vir ve; derketina DAÎŞê', bûyerên li Kobanî û Şengalê, di nav 3 parçeyên erdnîgariya Kurdan de siyasî nebe jî yekîtiyeke hestiyarî çêkir û nîşaneya vê yekê jî dîmena pêşwaziya bi coş a pêşmergeyên ku li hawara Kobanê çûbûn e. Niha jî em sedema vê bêdengiyê bi hestyariyê ve girêdidin. Di serî de HDP, partiyên siyasî peyamên ku Kurdan qanih bikin nedan. Ji ber vê yekê jî dê encamên vê hawira bêdeng çawa bin, em jî texmîn nakin."
Li gorî civaknas û nûnerên civakê radigihînin; hilbijartina 24'ê Hezîranê ku dê ji bo parlementoyê were kirin, di bin siya hilbijarina serokomariyê de maye. Li gorî pisporên zanistiyên siyasî jî dibêjin; cara yekemîn e li herêmê beriya hilbijartinekê bêdengiyeke kûr heye û tevî ku pisporên zanistên siyasî berê dikaribûn bi hêsanî encamên hilbijartinan texmîn bikin, lê di van hilbijartinan de tu pêşbîniya wan jî çênabe.