Artêşa Tirkiyê û Amerîka derbarê Sûryê pêwendiyan dikin

Serokerkanê Artêşa Tirkiyê Hilûsî Akar û Serokerkanê Artêşa Amerîka Joseph Dunford bi telefonê li ser rewşa Sûriyê axivîn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokerkanê Artêşa Tirkiyê Hilûsî Akar û Serokerkanê Artêşa Amerîka Joseph Dunford bi telefonê li ser rewşa Sûriyê axivîn.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Serokerkaniya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, duh Hilûsî Akar û Joseph Dunfor bi riya telefonê axivîne.

Daxuyaniya Artêşa Tirkiyê diyar kir, ku Akar û Dunford rewşa Sûriyê, pirsgirêkên ewlekariyê, tekoşîna li dijî rêxistinên terorî û berdewamiya hevdîtinên di navbera Enqere û Washingtonê de gotûbêj kirine.

Ev demeke pêwendiyên Tirkiyê û Amerîka derbarê Sûryê û Rojavayê Kurdistanê, rastî gellekî aloziyan hatin, bi taybetî li ser pêşeroja bajarê Minbicê, lê di dema dawî de, Tirkiyê ragihand, ku Enqera û Washington derbarê wî bajarî nêzîkî lihev kirinê bûne û ji bo vê meremê biryare di vê mehê de, wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû serdana Amerîka bike û li gel hevpostê xwe yê Amerîkî Mike Pompeo pirsa Minbicê çare bike.

N.O