Demîrtaş: Ti hêviya me di Hikûmeta Tirkiyê de tine ye
Demîrtaş: Xelkê Tirkiyê ji serokkomar Receb Teyib Erdogan bêzar bûye û di hilbijartinan de, wê ji Erdoganî re bêjin bese.
K24 - Navenda Nûçeyan
Berbijarê HDPê ji bo Serokatiya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş, derbarê pêvajoya çareseriyê ragihand, ku ji bo çarekirina pirsa Kurdî, ti hêviya wan di Hikûmeta Tirkiyê de nemaye.
Demîrtaş berisva pirsên rojnameyeke Almanî da û got: Xelkê Tirkiyê ji serokkomar Receb Teyib Erdogan bêzar bûye û di hilbijartinan de, wê ji Erdoganî re bêjin bese.
Li ser pirsekeke derbarê pêvajoya çareseriyê Demîrtaş got: Ji bo çarekirina pirsa Kurdî, ti hêvya me di Hikûmeta Tirkiyê de tine ye, ji ber ku AKP partiyek faşist û nijadperist e.
N.O