Laricanî: Ger Îran bê dorpêçkirin, dê metirsî li tevayiya herêmê rû bide
Serokê Parlementoya Îranê Elî Laricanî diyarkir ku, ger Komara Islamî ji alî welatên dijmin – Amerika, Israîl û Erebistana Siûdî ve were dorpêçkirin, dê bandora xwe li tevayiya Rojhilata Navîn bike

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Parlementoya Îranê Elî Laricanî diyarkir ku, ”ger Komara Islamî ji alî welatên dijmin – Amerika, Israîl û Erebistana Siûdî ve were dorpêçkirin, dê bandora li tevayiya Rojhilata Navîn bike û tevayiya herêmê dê bikeve metirsiyê de”.
Ligor medya Tirkiye, Laricanî anî ziman: “Israil û Erebistana Siûdî egera bingehîn a krîza herêmê ne. Sêqoliya Erebistana Siûdî, Israîl û Amerika dixwazin herêmê wekî xwe dizayn bikin. Ger Îran ji alî wan ve bê dorpêçkirin, dê tevayiya Rojhilata Navîn bikeve metirsiyê de”.
C.B