Buldan, rexne li helwêsta Operasyona dijî Qendilê dike

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan, rexne li helwêsta Operasyona dijî Qendilê dike û dibêje, gelê me hîn jî êrişên ser Efrîn û Kerkûkê jibîr nekiriye û rê nade hûn biçin Mexmûr û Qendîlê

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan, rexne li helwêsta Operasyona dijî Qendilê dike û dibêje, gelê me hîn jî êrişên ser Efrîn û Kerkûkê jibîr nekiriye û rê nade hûn biçin Mexmûr û Qendîlê.

Perwîn Buldan, di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên Serokomarî û Parlamentoya Tirkiyê de, li navçeya Gogsî ya Erziromê axivî. Da xûyakirin, desthilata Tirkiyê, jiber ku HDPê di bin bendê de bihêle serî li her cure sextekariyan dide û niha jî bi gef û tirsandinê dixwazin bimînin.

Buldan got, hilbijartinên 24'ê Hezîranê bo çarenivîsa Kurdan pir girîng in û divê tu kes êrişên dijî Kerkûk û Efrînê jibîr neke. Da zanîn, AKP jibo dengên nijadperestên Tirk, amadekariya operasyona dijî Qendîl û Mexmûrê dike û got, her bombe û fîşekek li wê derê tê avêtin li nan û aramiya welatiyan dikeve û gelên Tirkiyê wê rê nedin hûn biçin Qendîl û Mexmûrê.

 

 

C.B