Pêşangeheke wêneyên Efrînê li Qamişlo hate lidarxistin
Di çarçoveya kampîna nerazîbûnê û balkişandina ser pirojeya guherîna demografî li bajarê Efrînê, di bin navnîşana (na ji guherîna demografî li Efrînê û gundewarên wê) pêşingeheke fotografî li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
K24 – Qamişlo
Di çarçoveya kampîna nerazîbûnê û balkişandina ser pirojeya guherîna demografî li bajarê Efrînê, di bin navnîşana (na ji guherîna demografî li Efrînê û gundewarên wê) pêşingeheke fotografî li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Li gorî komîta amadekar diyar dike, armanca wan ew e, dengê xelkên Efrînê û kiryarên têne kirin, bigihînin welatên cîhanê yên xwedî biryar û tevaya saziyên girêdayî mafên mirovan.
Endama Komîta Amadekar Heyfa Mehmûd li ser vê pêşangehê ji K24ê re got: “Em wek saziyên civaka sivîl, em dixwazin dengê xwe dewletên navnetewî û saziyên mafên mirovan û hemû aliyên pêwendîdar, da ku fişarekê li dewleta Tirkiyê û grûpên çekdar bike û vê êrîşê bisekînin. Ev ne tenê êrîş bû, lê Tirkiye Efrîn jî dagîr kiriye.”
Cemawerên ku li pêşangehê beşdar bûn ji aliyê xwe ve tekezî li ser giringiya lidarxistina çalakiyên hevawa kirin û gotin ku di riya van tabloyan re eger e dengê hemû pêkhatên Sûriyê ku zordarî li wan tê kirin û pirojeya guherîna demografî li ser wan tê sepandin bigihe saziyên têkildar.
Rojnamevan Hêlîn Hecî Ehmed got: “Ev wêne nameyên Efrînê digihînin. Xweşik bûyerên tê de çê bûne ji teqîn, dizî, talan û wêrankirinê tê de hatine xuyakirin. Wêne ji ber xwe ve diaxivin, pêwîst nake ku kesek wan şîrove bike. Wek çawa bandor li me kir, dê bandorê li ser aliyên pêwendîdar jî bike.
Di pêşangehê de 48 wêne û tablo hatine nemayişkirin. Li gorî naveroka wêneyan, kiryarên Artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar ji kuştina sivîlan, wêrankirina deverên olî û dîrokî û diziya samanên welatiyan ji raya giştî re hatin aşkerekirin.