Erdogan: Em dê terorê bixin bin lingên xwe

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan radighîne: Di dema pêş de şerê wan a herî mezin dê li dijî PKKyê be

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan radighîne: Di dema pêş de şerê wan a herî mezin dê li dijî PKKyê be.

Erdogan li Enqereyê axifî û got Arteşa Tirkiyeyê li Cerablus û Efrînê operasyonên serkeftî bi rê ve biriye û heta PKK were tinekirin dê şerê wan bi dijwarî berdewam bike.

Erdogan got: Arteşa me çi di operasyona Efrînê de çi jî, di operasyona Cerablûsê de serkeftî bû. Di dema pêşiya me de jî, têkoşîna me ya herî mezin dê şerê PKKyê be. Em dê terorê bixin bin lingên xwe û dawiya wê bînin da ko, milletê me aram be.

 

 

C.B