Guven carek din hate girtin

Biryara azadkirina Parlamentera HDPê û Hevseroka KCDê Leyla Guven, piştî nerazîbûna dozgeriyê hat betalkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryara azadkirina Parlamentera HDPê û Hevseroka KCDê Leyla Guven, piştî nerazîbûna dozgeriyê hat betalkirin.

Hevseroka KCDê Leyla Guven di hilbijartinên 28'ê Hezîranê de ji Colemêrgê hatibû hilbijartin. Parêzerên Guven bi armanca berdana wê serî li Dadgeha Sizaya Giran a Diyarbekirê dan. Dadgeha sizaya giran jî biryara azadkirina Guven da.

Lê Serdozgeriya Komarê, bi hinceta ku gumana reva wê heye û hevseroka KCDê ye, daxwaza betalkirina biryara berdanê kir. Ser daxwaza dozgerê biryara berdana Leyla Guven hat betalkirin.

Guven, dijî operasyona Efrînê derketibû û jiber parvekirinên ser torên civakî beriya 5 mehan hatibû girtin.

 

 

C.B