Serokê CHPê: Daxuyaniyên Silêman Soylu wê Tirkiyê perçe bike
Kiliçdaroglu: Gefên wezîrê navxwe ji bo şerekî navxwe gava destpêkê ye. Ev bûn 35 sal PKK nekariye Tirkiyê perçe bike. Silêman Soylu bi van axaftinên xwe wê Tirkiyê perçe bike.

K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji rojnameya Cumhuriyetê re axifî û bersiva gefên wezîrê navxwe yê Tirkiyê Silêman Soylu da û got: Karê Silêman Soylu wergirtina ewlekariyê ye, lê karesat ew e ku Soylu fitne dixe nav civakê de. Gefên wezîrê navxwe ji bo şerekî navxwe û aloziyê gava destpêkê ye. Ev bûn 35 sal PKK şer dike lê nekariye Tirkiyê perçe bike. Silêman Soylu bi van axaftinên xwe wê Tirkiyê perçe bike.
Berî 3 rojan, wezîrê navxwe yê Tirkiyê Silêman Soylu gefa mirinê li Hevseroka HDPê Perwîn Buldanê kiribû û herwiha gotibû: Divê CHP beşdarî merasîma veşartina serbazên ku di şerê PKKê de canê xwe jidest dane, nebe.
Di meydana siyasî ya Tirkiyê de, AKPê wek partiya desthilatdar, hevpeymanî li li gel partiya MHPê kiriye û bi hevre beşdarî hilbijartinên vê dawiyê bûn, li aliyê din, HDPê xwe nêzîkî partiya CHPê ya Kemalîst kiriye û li gorî çavdêran, di hilbijartinên 24ê Hizêranê de, CHPê alîkariya HDPê kir heya ku benda sedî 10 ya hilbijartinan derbas bike.
N.O