Hevpeymanan pêgehên DAIŞê li çiyayê Qereçoxê bombebaran kirin
Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê pêgehên DAIŞê li çiyayê Qereçoxê li bakurê Mexmûrê bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê pêgehên DAIŞê li çiyayê Qereçoxê li bakurê Mexmûrê bombebaran kirin.
Fermandarê Mihwerê Guwêr-Mexmûr ê Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî ji K24ê re ragihand, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê pêgehên DAIŞê li çiyayê Qereçoxê bombebaran kirin û di encamê de 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Duhî jî, operasyoneke leşkerî ya hevbeş di navbera Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li çiyayê Qereçoxê birêve çû û di encamê de hejmarek ji çekdarên DAIŞê kiribûn armanc.
S. B