Pêwendiyên Tirkî-Almanî aloztir dibin
Balyozxaneya Almanî li Tirkiyê: Em ji Hikûmeta Tirkiyê dixwazin, bi lez li ser girtina wê xwendingehê helwesta xwe zelal bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê bêyî ku sedemê diyar bike, xwendingeheke Almanî li Izmîrê girt û li Almanya dengê nerazîbûnê bilind bû.
Balyozxaneya Almanî li Tirkiyê li ser wê yekê daxuyaniyek belav kir û têde got: "Şaxekî xwendingehên balyozxaneya Almanya di 28ê Hizêranê de, li Tirkiyê hat girtin. Em ji Hikûmeta Tirkiyê dixwazin, bi lez li ser girtina wê xwendingehê helwesta xwe zelal bike".
Mamosteyekî wê xwendingehê bi navê Dirk Philip, derbarê çawaniya girtina wê xwendingehê ji ajansa nûçeyên Almanî re ragihand, ku çend kes ji wezareta perwerdê li gel polîsan hatin û xwendingeh girtin. Çend têbîniyên nivîskî û devkî derbarê sedemên girtina xweningehê ji me re gotin, lê ti bingeheke yasayî ji biryara girtinê re nebû".
Bi sedema rexneyên Almanî li ser rewşa Mafên Mirovan li Tirkiyê, pêwendiyên Berlîn û Enqerê aloz bûne. Berî niha jî Almanya rê li ber şandeke AKPê girtibû û nehiştibû ku bangeşeya hilbijartinan li wî welatî bike û Tirkiya, Almanya bi piştevaniya terorê tometbar kir.
N.O