Libnan kampên Sûriyan li Irsalê vala dike

Desthilatên Libnanê daxwaz ji penaberên Sûrî yên li devera Irsal li nêzîkî sînorê Sûriyê dike, kampên xwe vala bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desthilatên Libnanê daxwaz ji penaberên Sûrî yên li devera Irsal li nêzîkî sînorê Sûriyê dike, kampên xwe vala bikin.

Li ser biryara Wezîrê Navxwe yê Libnanê Nuhad Meşnoq, ji penaberên Sûrî yên 4 kampên li Irsalê hat xwastin ku ji kampên xwe vala bikin, ji ber konên penaberan bi çemento hatine avakirin, ne çadirên demkî ne.

Berî 5 rojan jî, ji nava 3 hezarên ku navên xwe li Komisyona Penaberan tomar kirine, 400 penaberên Sûrî ji kampên Irsalê bi serperiştiya hêzên ewlehiyê yên Libnanê vegeriyabûn Sûriyê.

Li gor amaran, nêzîkî 100 hezar penaberên Sûrî li kampên li devera Irsalê bicih bûbûn, lê niha dora 50 hezarî lê mane.

Di Tebaxa 2017an de, ji encama şer û pevçûnên di navbera grûpên çekdar ên Sûrî û artêşa Libnanî de 300 çekdar ligel malbatên xwe bi tevahî 3 hezar penaberên Sûrî ji Irsalê derketin.

Li gor amarên Komisyona Penaberan, dora 980 hezar penaberên Sûrî navên xwe li Libnanê tomar kirine.

 

S. B