Yildirim dawîn serokwezîrê Tirkiyê ye

Ajansa Anadol: Wê serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim wek dawîn serokwezîrê Tirkiyê bê hejmartin, ji ber ku Tirkiyê derbasî sîstema Serokatiyê dibe û postê serokwezîr namîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî nûçeyeke ajansa Anadol a ser bi Hikûmeta Tirkiyê ve, wê serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim wek dawîn serokwezîrê Tirkiyê bê hejmartin.

Ev jî wek amajeyekê ji hilweşandina postê serokatiya wezîran re bi awayekî yekcar li Tirkiyê û dayina desthilata wî ji serokê komarê re.

Wekî ajansa Anadolê diyar kiriye, piştî encamdana hilbijartinên Serokatî û Perlemana Tirkiyê, di 24ê meha derbasbûyî de, sîstema Hikumdariyê li Tirkiyê ji bo sîstema Serokatiyê hat guherandin.

N.O