Israîl: Ger Artêşa Sûryê nêzîkî sînor bibe emê êrîşî wê bikin
Cil'ad Erdan: Heger Artêşa Sûryê nêzîkî bilindahiyên Colanê bibe, emê bi tundî êrîşî hêzên wê bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê ewlehiya navxwe ya Israîlê Cil'ad Erdan di daxuyaniyekê de ji bo medya Israîlî ragihand, ku divê rêjîma Esed û Mosko zanibin ku Tel Eviv qebûl nake Artêşa Sûryê li wan navçeyan belav bibe ku hebûna çekan li wan hatiye qedexekirin.
Cil'ad Erdan got: Heger Artêşa Sûryê nêzîkî wan navçeyan bibe û bi taybet heger nêzîkî bilindahiyên Colanê bibe, emê bi tundî êrîşî hêzên wê bikin.
Erdan diyar kir, ku ew ti carî qebûl nakin piroseyên veguhestina çekan li navçeyên başûrê Sûryê bên encamdan.
Ji destpêka vê sale ve û heya niha, Artêşa Israîlê bêtirî carekê êrîşî bingehên serbazî yên rêjîma Sûryê û çekdarên ser bi Îranê ve kiriye li nav axa Sûryê û di dawîn êrîş de, ziyanên mezin li milîsên Îranî kir, ku di encamê de, gellek berpirsên Îranê gefa heyfhilanînê li Israîlê kirin.
Girêdayî heman mijarê, Dîwana Serokwezîriya Israîlê ragihand, ku roja Çarşema bê, wê serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu seredana Mosko bike û li gel serokê Rûsya Vladimir Putin bicive.
Dîwana Serokwezîriya Israîlê ti zanyarî derbarê naveroka wê serdanê û mijarên ku di civîna Netanhayu û Putin de wê bên behiskirin, eşkere nekir.
Ji aliyê xwe ve medya Israîlê ragihand, ku di wê civînê de, wê serokwezîrê Israîlê li gel Putin rewşa Sûryê bi giştî û ya başûrê wî welatî bi taybetî gengeşe bike, herwiha wê gotûbêjan li ser pirogramê etomî yê Îranê jî bikin.
N.O