CHP: Em encamên hilbijartinên 24ê Hizêranê qebûl nakin
Kiliçdaroglu: Referanduma par û hilbijartinên 24ê Hizêranê, di dema rewşa awarte de hatin encamdan û Komisyona Hilbijartinan jî erkê xwe bicî nekiriye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihand, ku ew encamên referanduma 2017an û hilbijartinên 24ê Hizêranê qebûl nakin û rewa nabînin.
Kemal Kiliçdaroglu, di civîna firakisyona partiya xwe di Perlemana Tirkiyê de axivî û got: Me xwest ku komisyoneke lêkolînê li ser bizava kudetaya Tîrmeha 2016an de were pêkanîn, lê desthilatê nehiştiye Hakan Fîdan û Hulusî Akar agahiyan bidin Perlemanê. Li şûna lêkolînê jî, li meydanan pîrozbahiyan dike.
Kiliçdaroglu diyar kir, ku referanduma par û hilbijartinên 24ê Hizêranê, di dema rewşa awarte de hatine encamdan û Komisyona Hilbijartinan jî erkê xwe bicî nekiriye.
Serokê giştî yê CHPê tekez kir, ku ewana herdu hilbijartinan qebûl nakin û rewa nabînin.
N.O