Suneyên Enbarê jî amadekariyên xwepêşandanan dikin
Çalakvanên Enbarê: Hikûmetê hêzeke mezin ji artêşê û Heşda Şeibî li Enbarê belav kiriye, bi mebesta serkutkirina xwepêşandanan.
K24 - Navenda Nûçeyan
Çalakvanên parêzgeha Enbar, ku tevahiya xelkê wê sune ne, bi heman awayê bajarên başûrê Iraqê amadekariyên xwepêşandanan dikin, daku daxwazên xwe bidin xuyakirin.
Ev bû bêtirî hefteyekê xwepêşandanên berfireh li parêzgehên başûrê Iraqê derdikevin û heya niha bi dehan kuştî û birîndar ketine.
Di wan xwepêşandanan de, xelkên nerazî daxwaza peydakirina avê, karebê, derfetên kar û başkirina rewşa jiyanê dikin.
Hejmarek ji çalakvanên Enbarê, bi riya torên civakî diyar kirin, ku Hikûmetê hêzeke mezin ji artêşê û Heşda Şeibî li Enbarê belav kiriye, bi mebesta serkutkirina xwepêşandanan.
Herwiha çalakvanan tekez kirin, ku ew dixwazin dengê xwe bigehînin û ew daxwaza vegera meşextan û azadkirina girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa nebediyan dikin.
N.O