Wezareta Pêşmerge li Îtalya tê xelatkirin

Wezareta bergiriya Îtalya: Emêrahênana hêzên Pêşmerge berdewam bikin û pêwendiyên di nav Îtalya û Herêma Kurdistanê de gellekî giring in.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şandeke wezareta Pêşmerge li Roma paytexta Îtalya, li gel wezareta bergiriya wî welatî civiya û birîkarê wezareta Pêşmerge eşkere kir, ku Hikûmeta Îtaliya wê alîkarî û rahênana hêzên Pêşmerge berdewam bike.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Roma Berzan Hesen ragihand, ku civîna şanda wezareta Pêşmerge û wezareta bergiriya Îtalya, li nav avahiya wezareta bergiriya Îtalya hat lidarxistin, biryar e jî îro Îtalya xelateke taybet pêşkêşî wezareta Pêşmerge bike.

Birîkarê wezareta Pêşmerge (Serbest Lezgîn) ji Kurdistan24ê re ragihand, ku civîna wan li gel wezareta bergiriya Îtalya yek ji civînên herî giring bû, têde behsa hevrêzî û hevkariya di nav herdu aliyan de hat kirin û got: Me daxwaz kir ku Îtalya li ser hevkariyên xwe ji bo wezareta Pêşmerge berdewam be.

Got jî: Me behsa rewşa Kurdistan û Iraq û hêzên Pêşmerge kir û wezareta bergiriya Îtalya tekez kir, ku ewê rahênana hêzên Pêşmerge berdewam bike û pêwendiyên di nav Herêma Kurdistanê û Îtalya de bigiringiyeke mezin nirxand.

N.O