Îsraîlê firokeyeke şer a Sûriyê xiste xwarê

Îsraîlê firokeyeke şer a Sûriyê ku sînorê wî welatî derbas kiribû, xiste xwarê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îsraîlê firokeyeke şer a Sûriyê ku sînorê wî welatî derbas kiribû, xiste xwarê.

Artêşa Îsraîlê îro ragihand, firokeyeke şer a Sûrî ji cura SU 27 ji bilindahiyên Colanê nêzîk bû, wan jî ew firoke bi 2 mûşekên Patriot armanc girtin û xistin xwarê.

Artêşa Îsraîlê da zanîn jî, ew firokeya Sûrî 1.6 K.M derbasî esmanê  Îsraîlê bûbû.

Ev di demekê de ye, Rewangeha Sûriyî ya Mafên Mirovan ragihandibû, îro firokeyên şer ên Sûriyê û Rûsyayê pêgehên DAIŞê yên li nêzîkî sînorê Îsraîlê û bilindahiyên Colanê bombebaran dikin.

 

S. B