Serê Kaniyê.. Asayişê 2 endamên PDK-Sê binçav kirin

Asayişa bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê du endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) binçav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê du endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) binçav dike.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyê de ragihand, duh li bajarê Serê Kaniyê hêzên asayişê avêtin ser malên endamên Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilhemîd Xelîl û Ebdilmecîd Mûsa û ew binçav kirin.

Di daxuyaniya ENKSê de hat: “Bi van kiryarên terorî, ev mîlîşya tenaziyê bi hestên kurên gelê Kurd û tevgera wê ya siyasî dikin.”

Herwiha ENKSê di daxuyaniya xwe de got: “Em van kiryarên terorî di derheqê gelê me û ENKSê de bi tundî şermezar dikin û daxwaza dimildest a serbestberdana wan girtiyan dikin.”

ENKSê bang li hêzên Kurdistanî û hemû rêxistinên wê kir û daxwaz ji wan kir ku, “Fişarê li PYDê û çekdarên wê bikin, da ku van kiryaran di derheqê xebatkar, endam û alîgerên ENKSê de rawestîne.”

 

S. B