Hewas Egîd: Lihevkirina siyasî bo nivîsandina destûrê nîn e
Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê, lîsta navên xwe ji bo Komîteya Destûrê ya Sûriyê destnîşan kir û navên du kesatiyên Kurd di nav wan de hene.

K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê, lîsta navên xwe ji bo Komîteya Destûrê ya Sûriyê destnîşan kir û navên du kesatiyên Kurd di nav wan de hene.
Endamê Komîta Destûra Sûriyê Hewas Egîd ji K24ê re got: “Ev navên hatine diyarkirin, ji 7 lasên siyasî yên di nava Îtîlafê de hatine destnîşankirin û hejmara endaman ji bo Komîta Destûrê ne girêdayî rêjeya hebûna her netewekê ye.
Hewas Egîd got jî: “Ta niha ti lihevkirineke siyasî li ser pirsgirêka Sûriyê nîn e, ta ku niha destûrek were danîn. Niha şer li ser xalên sereke û bingehîn yên ku destûra pêşeroja Sûriyê li ser wê were avakirin tê kirin. Ew jî girêdayî kaxeza 12 xalan a opozîsyonê li danûstandinên Cenêv 8 radestî De Mistura kirine ye.”
Diyar kir jî, di hundirê wê 12 xalan de, 5 xalên sereke taybet in bi pirsa Kurd di hundirê Sûriyê de. Desteya Danûstandinê ya opozîyonê xwedî li wan 12 xalan derdikeve û berevaniyê di ber de dike û di hundirê de jî ew 5 xalên girêdayî bi pirsa Kurdî.
Hewas Egîd ew 5 xalên taybet in bi pirsa Kurdî li Sûriyê diyar kirin, Sûriye welatek e zêdetirî netewek û olekê tê de hene. Navê Erebî ji navê Komar Sûriyê tê rakirin. Mafên netewî yên Kurd di Sûriyê de tên çespandin wek netewekê li ser xaka xwe dijî. Zimanê Kurdî li herêmên Kurdî dibe zimanekî fermî. Hemû siyasetên awarte yên di derheqê Kurd de hatine kirin, bêne rakirin û xelkê zerer ji vê rêjîmê dîtine, bêne qerebokirin.
Herwiha Hewas Egîd got jî, ew bi opozîsyonê re li ser pirsa “Sîstema nenavendîbûna Sûriyê” lihev kirine, lê nerîna opozîsyon derbarê nenavendiya îdarî ye û ew jî behsa nenavendiya siyasî û ta bigihe federalîzmê dikin û guftûgo bi opozîsyonê re li ser wê pirsê berdewam e.
Hewas Egîd got jî, opozîsyonê 50 nav bo Komîta Nivîsandina Destûrê pêşkêş kirin, rêjîmê jî 50 nav diyar kirine, lê 50 navên din jî ji rêxistinên civaka sivîl û netew û olan pêk tên û ew ji aliyê Nûnerê Civaka Navdewletî Staffan de Mistura ve tên destnîşankirin, lê hîna ew nav nehatine amadekirin.
Diyar kir jî, ji tevahiya 150 navî, dê 45 nav bêne hilbijartin û piştî lihevkirina siyasî çê bibe, dê derbasî qonaxa danûstandina li ser destûrê bibin.
S. B