Hêzên Îranî 85 kîlometran ji sînorên Israîl dûr ketine

Şanderê Putin ji bo Sûrya: Hêzên Îranî bi serperiştiya Rûsya, 85 kîlometran ji pêgehên xwe yên pêşî li başûrê Sûrya vekişiyan e, daku dilgiraniyê ji Israîlê re çênekin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şanderê taybet ê serokê Rûsya ji bo Sûrya (Alexander Lavrentiev) tekez kir, ku hêzên Îranî bi serperiştiya Rûsya, 85 kîlometran ji pêgehên xwe yên pêşî li başûrê Sûrya vekişiyan e, daku dilgiraniyê ji Israîlê re çênekin.

Alexander Lavrentiev ji ajansa Inter Fax News a Rûsî re got: Ew rêketin hîn di bin bicîkirinê de ye û di rastiyê de, hêzên Îranî ji bo ku Israîl bêzar nekin, ji wan navçeyan vekişyan e, piştî ku Israîl çend caran pêgehên wan hêzan li Sûrya bordûman kir.

Navhatî diyar kir, ku ew pêşbînî dikin piştî kişandina hêzên ser bi Îranê ve ji navçeya bê çek di navbera Sûrya û Israîlê de, hêzên navdewletî li wê deverê bên belavkirin daku rê li ber çêbûna pevçûnan bigirin.

Lavrentiev diyar kir, ku welatê wî ji bo bicîkirina vê pilanê hevrêziyê li gel Israîl dike û bi hevkariya Mosko hêzên Îranî 85 kîlometran vekişiyan e.

Wî berpirsê Rûsî got jî: Em bi hêvî ne di zûtirîn dem de çavdêrên hêzên aştîparêz li wê navçeyê, dest bi erkên xwe bikin.

N.O