Gelo nêrîna HDPê ya derbarê pirsa Kurdî de tê guhartin?
Cîgirserokê HDPê Ayhan Bîlgen di rojnameyekê de ragihandibû êdî meseleya Kurd tenê li ser nasanmeyê nayê nîqaşkirin

K24 – Enqere
Li Tirkiyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku bi 67 parlemnteran di parlemntoya Tirkiyê de weke partiya 3emîn cih digre daxuyaniyên cîgirserokê wê din ava partiyê de bû sedema nîqşaek nû. Cîgirserokê HDPê Ayhan Bîlgen di rojnameyekê de ragihandibû êdî meseleya Kurd tenê li ser nasanmeyê nayê nîqaşkirin, ji aliyê alîgirên HDPê ve bi tundî hate şermezarkirin. Parlamenterên HDPê herçiqas van rexneyan di cihde bibinin jî piştgiriya Bîlgen kirin. Lo gorî çavdêrên siyasî jî tişta ku diguhere ne meseleya Kurd e polîtîkaya HDPê ye.
Li Tirkiyê di Nava HDPê de ku ji layenên siyasî yên Kurd, çapgir û sosyalist pêk tê nîqaşeke nû xwe da der. Sedama destpêkirina vê nîqaşê daxuyaniyên cîgirserokê koma HDPê Ayhan Bîlgen e. Bîlgen di daxuyaniya xwe ya bo rajnmeyeke çepgir de gotibû Meseleya Kurd êdî ji xeynî têkoşîna nasnameyê êdî bûye têkoşîna çînî.
Ev daxuyaniya Bîlgen di nava HDPa ku berdewamiya siyaseta Kurd ya ku ev nêzîkê 30 salin meseleye Kurd ji bo xwe mijara sereke dibîne rê li ber nîqaşan vekir. Taybetî li ser medyaya civakî bi sedema ku HDP siyaseteke sosyalist pêşeng digre rexneyên Tund ji HDP hatin kirin. Parlemnterên HDPê jî her çiqas beşek ji van rexneyan di cih de bibinin jî Bîlgen parastin.
Parlemnterê HDPê yê WANê Tayîp Temel li ser daxuyaniya Ayhan Bîlgen ji K24ê re wiha axivî: “Ez tevlî van rexne û daxuyaniyên birêz keskîn dibim, lê belê Ev daxuyaniyên Bîlgen bi dewê xwe aniye ziman nayên vê wateyê ku vê heqîqetê nabîne. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka nasnameyê ye, pirsgirêka netewekê ye, pirsgirêka doza gele Kurd e. Lê tiştê birêz bilgen gotî çiye mil bi mile vê probleme din jî hene ku HDP wek bername bigre programa xwe de çareser bike hene. Ewe mesele. HDP partiyeke wisa ye ku ji aliyekê azadiya her rengî ya nasnameya Kurd diparêze, doza azadiya gelê Kurd dike ji aliyekê ve jî namzed e ku çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê hemûyan biparêze.”
Gotinên Ayhan Bîlhen di nava aliyên siyasî yên derveyî partiyê de jî bû sedema nîqşan. Li gorî hejmarek zêde çavdêrên siyasî ev daaxuyanîji xeynî meseleya Kurd guherîna politikaya HDPê dide nişandan.
Çavdêrê Siyasî Etyen Mahçupyan got: “Bi gotina "meseleya Kurd guherî" ev mesele nayê guherîn. Lê dema ku HDP bêje nêrîna min ya derbarê meseleya Kurd de guheriye, siyaseta min guherî ye ev mijarek cuda ye. Helbet dikare siyaseta xwe biguherîne, ev tercîheke siyasî ye. Di mijara kêşeya Kurd de pirsgirêka nasnameyê heye, lê belê ya girîng ew e ku bi awayekî siyasî çawa tê ditin ev mesele. Biya min HDP çawa dibîne vê rastiyê ev girîng e û Ayhan Bîlhen jî li ser posteke girîng e loma em dikarin bibêjin ku HDP di çarçoveya çînî de nêzîkê meseleya Kurd dibe.”
Di nava HDPê de ku di hilbijartinên 24ê Heziranê de bi rêjaya ji sedî 11.7 dengan 67 parlamenter bi xistin û di parlamentoyê de cih girt, beriya hilbijartinan nîqaşên kurd û çepgir dest pê kiribûn. Bi taybetî ji ber ku piraniya namzedên HDPê yên bo parlamenteriyê ji çepgirên tirkan pêk dihatin, di nava kurdan de rê li ber aciziyekê vekiribû. Piştî daxuyaniyên Bîlgen, tê çavêrêkirin ku carekî din di nava partiyê de nîqaşa kurd û çepgir xwe bide der.