Azadkirina Yûksegdagê hat redkirin
Dadgeha Yasaya Bingehîn daxwaza azadkirina hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yûksekdag red kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha Yasaya Bingehîn daxwaza azadkirina hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yûksekdag red kir.
Fîgen Yûksekdag bi hinceta ku girtîbûna wê ne yasayî ye û maf û azadiyên wê hatine binpêkirin, bi riya parêzerê xwe re serî li Dadgeha Yasaya bingehîn da û daxwaza azadiya xwe kir.
Lê Dadgeha Yasaya Bingehîn daxwaza azadiya hevseroka berê ya HDPê bi piraniya dengan red kir.
Fîgen Yûksekdag nêzikê 2 sal in girtî ye û bi endamtiya PKKê tê tohmetbarkirin. Herwiha dema parlementer bû mafê parlementeriya wê jî ji destê wê hatibû standin.
S. B