Di encamên hilbijartinên Iraqê de, li Kurdistanê guhertinê rû neda

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê encamên bi dest hejmartina dengan li çend parêzgehên Iraqê ragihand

K24 – Navenda Nûçeyan

Encamên hilbijartinan li Herêma Kurdistan nehatine guhertin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê encamên bi dest hejmartina dengan li çend parêzgehên Îraqê ragihand.

 Li gor wê ragihandinê ti guhertin di encaman de li Herêma Kurdistanê rû nedaye û hejmara kursiyên Partiyan wek xwe man e.

Herwiha hejmara kursiyan bi vî şêweyî ye:

Li Hewlêrê Partî 8 kursî, û Yekîtî 2 kursî ne.

Li Duhokê Partî 10 kursî û Yekgirtû yek kursî ye

li Silêmaniyê Yekîtî 8 kursî û Partî yek kursî ye.

 

 

C.B