Yazde perlemanterên Iraqî ji Perlemantiyê hatin dûrxistin
Ji encama bidest hejmartina dengan, yazde perlemanterên Iraqî, ku bi hejmartina elikitronî biser ketibûn, endametiya xwe jidest dan.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Ji encama bidest hejmartina dengan, yazde perlemanterên Iraqî, ku bi hejmartina elikitronî biser ketibûn, endametiya xwe jidest dan.
Piştî ragihandina encamên bidest hejmartina dengên wan sindoqên ku doz li ser wan hatine tomarkirin, her yek ji Elî Secrî ji parêzgeha Selahedîn, Mihemed Kerbûlî, Xada Şemerî, Nûrî Xafil Dilêmî, Zeyneb Hîtî ji parêzgeha Enbar, Hesen Şiwêrid û Mehmûd Qeysî ji Bexdayê, Farûq Hîlal Cum'e ji Besra, Setar Cabirî û Wesen Se'dî ji Zîqar, Mihemed Ferman Şahir ji Nînewa, endamtiya xwe ya Perlemana Iraqê jidest dan.
Hevdem Hevpeymaniya Sairûn korsiyek ji bo hevpeymaniya Fetih jidest da, lê dengên partiyên Kurdî wek xwe mane.
N.O