Hunermend Rûşen Alkar ji K24ê re behsa kêşeyên Mûzîka Kurdî dike

Hunermenda Kurd Rûşen Alkar ji bo Kurdistan 24ê, li ser mûzîka Kurdî, Rack, Jazz û kêşeyên hunermendên Kurd rawestiya û behsa zordestiya wê girseya ku li dewletê xwedî derdikeve kir û ragihand: Çi dema ku hunermendên Kurd gavekê bi pêş ve diçin ew girse dibêje; xwediyê vir em im, em we naxwazin, çend gavan bi paş de biçin.

 

K24 – Stenbol

Hunermenda Kurd Rûşen Alkar ji Kurdistan 24ê re li ser mûzîka Kurdî, Rack, Jazz û kêşeyên hunermendên Kurd rawestiya û behsa zordestiya wê girseya ku li dewletê xwedî derdikeve kir û ragihand: Çi dema ku hunermendên Kurd gavekê bi pêş ve diçin ew girse dibêje; xwediyê vir em im, em we naxwazin, çend gavan bi paş de biçin.

Hunermenda Kurd Rûşen Alkar di sala 1978an de li Diyarbekir ji dayik dibe. Piştî Dibistana Şêwekariyê ji bo mamostetiya mûzikê derbasî Îzmîrê dibe. Li vê derê di heman demê de di beşa zanyariyên muzîkê de doktoraya xwe dike, li zanîngeha 9 Eylulê. Alkar di sala 2005an de pêşî bi Tirkî dest pê dike, hem dinivîsîne û hem jî stranan dibêje. Yekemcar di 2008an dest bi gotina stranên Kurdî dike. Di sala 2015an de jî kaseta xwe ya bi navê "Sebir" derdixe. Li gorî Alkar, ji ber ku serhildêriya muzîka rockê, li gorî mûzîkên din hîn berbiçavtir e, rihê wê yê Kurdî gelekî li hev tên wek ku ji heman kirasîne

Hunermenda Kurd Rûşen Alkar li ser hunera xwe ji K24ê re got: "Min bi muzîka Rojavayê dest pê kir paşî jî min berê xwe da jazz û rockê. Wek hemû cûreyên mûzîkê di rockê de jî serhildan heye. Ji lewre muzîka rockê gelekî li Kurdî tê. Ji xwe rehê Kurdî û yê rockê gelekî nêzîkî hev in û ez vê konseptê gelekî li hev tînim."

Hunermenda Kurd Rûşen Alkar, zoreke şêrîn dide sînorên muzîka Kurdî; ji bilî rockê bi şêwaza jazzê jî. Wek bersva rexneyan jî dide zanîn ne Kurd ne jî Tirk ji jazzê fêm nakin. Li gorî Alkar, ji bo hûnermend karên baş bikin, divê civak li wan xwedî derkeve. Lê Kurd, li hûnermendên xwe baş xwedî dernakevin.

Rûşen Alkar dibêje: "Ne tenê Kurd, Tirk bixwe jî nizanin caz çiye. Ji ber ku tedrîsata wê nedîtine. Herwiha bi baweriya min gelê Kurd ne li pişta hûnermedê xwe ye. Di gelek waran keda hûnermendê Kurd tê xwarin. Kesên ku mûzîka Kurdî çêdikin hemû hebûna wan li ser piştevanî û hevkariyê ye. Pêdiva wan bi motîvasyonê heye."

Alkar dibêje; ji bo pêşketinê, divê mûzîka Kurdî pirreng be û şêwazên cihê hilberîne. Li ser rû bi rû mayîna zordestiyên hûnermendên Kurd jî dide zanîn; Ew nikarin li her cihî bi awayekî serbest û azad bibêjin û lêxin.

Herwiha Rûşen Alkar got: "Li Tirkiyê dema hunermendên Kurd gavekê bi pêş de diçin di nava civaka bi prestîj de, ew kesên ku li dewletê xwedî derdikevin û dibêjin; xwediyê vir em im, em te naxwazin, tû nikarî bikevî vê derê. Çend gavan li paş bisekine. Derdê wê girseyê ne mûzîk e, zimanê Kurdî ye. Ji ber zimanê me, em tênê sucdarkirin. Wek mînak Aynur Dogan li festîvaleke bi prestîj li ser dikê heqaret lê hate kirin û wê girseyê got; em te naxwazin."

Albûma nû ya Rûşen Alkar wê piştî 2 mehên din derkeve. Ji bo vê yekê jî li ser malpera înternetê fongogoyê kampanyayek daye destpêkirin, ji bo piştevaniyê.