Artêşa Amerîka ji Iraqê dernakeve

Hevpeymaniya Navdewletî: Piştî şikandina DAIŞê di warê serbazî de, divê bizav ji bo peydakirina aramiyê bên kirin û emê ji bo vê mebestê li Iraqê bimînin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ragihand, ku heya pêwîstî bi hêzên Amerîkî hebe, wê ew li Iraqê bimînin.

Li gorî ajansa Reutersê, kolonel Shawn Ryan di kongirekî rojnamevanî li Îmarata Erebî derbarê mana hêzên Amerîkî li Iraqê got: Heya ku pêwîst be, wê serbazên me li Iraqê bimînin.

Ryan got jî: Piştî şikandina DAIŞê di warê serbazî de, divê bizav ji bo peydakirina aramiyê bên kirin û emê ji bo vê mebestê li Iraqê bimînin.

Di dema dawî de, çekdarên DAIŞ li Iraqê çalakiyên xwe zêde kirine û berpirsên Amerîkî didin xuyakirin ku hîn jî rewşa Iraqê tevlihev e û rê li ber derketina girûpên mîna DAIŞê vedike, ji bo vê yekê jî, hêzên Amerîkî dibêje ewê li Iraqê bimînin.

N.O