Dadgeha Federalî ya Iraq encamên hilbijartinan pesend kir

Li gorî daxuyaniya Dadgehê, navên tevahiya endamên di hilbijartinan de biser ketine, hatine pesendkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Piştî Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, encamên dawî yên hilbijartinan ji Dadgeha Federalî re şand. Îro yekşemê Dadgehê di daxuyaniyekê de, pesendkirina encamên dawî yên hilbijartinan ragihand.

Her li gorî daxuyaniya Dadgehê, navên tevahiya endamên di hilbijartinan de biser ketine, hatine pesendkirin.

Bi sedema gumana hebûna sextekariyê di hilbijartinên Perlemana Iraqê de, çend aliyên siyasî, pesendkirina encamên hejmartina dengan bi amêrên eliktironî red kirin û piştre bidest deng hatine jimartin, lê ti guhertinên ber biçav di encaman de çênebûn.

N.O