Ebadî ji Masûm dixwaze civîneke Perlemanî lidar bixe

Ebadî ji Serokê Iraqê dixwaze, ku daxwaza lidarxistina civîneke Perleman bike, daku berbijarê mezintirîn kutleya Perlemanî ji bo pêkanîna Hikûmeta nû erkdar bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokwezîrê karbirêvebir ê Iraqê Heyder Ebadî, ji Serokê Iraqê dixwaze, ku daxwaza lidarxistina civîneke Perleman bike, daku berbijarê mezintirîn kutleya Perlemanî ji bo pêkanîna Hikûmeta nû erkdar bike.

Heyder Ebadî, di gotarekê de bi helkefta pesendkirina encamên dawî yên hilbijartinan, daxwaz ji tevahiya firakisyonan kir, lezê di rêketinê li ser karnameya Hikûmeta dahatî de bikin.

Ebadî got: Ji Serokkomar daxwaz dikim, dozê li Perleman bike, ku di zûtirîn dem de bicive, daku dest bi karên hilbijartina desteya serokatiya Perleman û Serokkomar bike, herwiha berbijarê mezintirîn kutleya Perlemanî ji bo pêkanîna Hikûmeta dahatî erkdar bike, daku di Perleman de bawerî bi Hikûmeta nû bê dayin û dest bi karên xwe bike.

N.O