Mesrûr Barzanî daxwaza serxistina hilbijartinên palemantoyê dike

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina Cejna Qurbanê peyamek belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina Cejna Qurbanê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî ji bilî pîrozkirina li malbatên serbilind ên şehîd û Pêşmergeyên Qehreman û dezgehên ewlehiyê û mislimanên Kurdistanê û cîhanê, di peyama xwe de daxwaz ji xelk û aliyên Kurdistanî dike, proseya hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê bi vîneke niştimanî biser bixin, ku biryar e 30î Îlona îsal birêve biçe.

Di peyama Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hat: “Bi hatina Cejna Qurbanê, pîrozbahî li malbatên serbilind ên şehîd û Pêşmergeyên qehreman, dezgehên ewlehiyê û Mislimanên Kurdistan û cîhanê pîroz dikim, hêviya cejneke aram ji her aliyekî re dixwazim.”

Herwiha Mesrûr Barzanî nivîsî: “Her bi vê boneyê, daxwaz ji xelk û aliyên Kurdistanî dikin , proseya hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê bi vîneke niştimanî biser bixin, bo li kêleka hewlan bibe sedemeke din ji aramî û pêşketina welatê me û bidestxistina wan armanc û hêviyên ku xelkê Kurdistanê çaverêyî wan in.”

 

S. B