Dengbêja Kurd Gazîn koça dawiyê kir

Dengbêja Kurd Gazîn, di 21’ê Tebaxê de koça dawî kir û çû ser dilovaniya xwe.

 

K24 – Wan

Dengbêja Kurd Gazîn, di 21’ê Tebaxê de koça dawî kir û çû ser dilovaniya xwe. Dengbêja navdar Gazîn, di 18’ê Tebaxê de, ji ber bilindbûna tansiyona wê, xwînariya mêjiyê derbas kiribû û di 21’ê Tebaxê de jî li nexweşxaneyê jiyana xwe jidest da. Malbat û heskiriyên Gazîn di roja yekem ya Cejna Qurbanê de, şîn ji bo wê girêdan.

Denbêj Gazîn, bi navê fermî Raziye Kizil piştî ku 3 roj li nexweşxanê ma, koça dawî kir. Malbat û xizmên Gazîn, bal kişandin ku ew kedkar û xizmetakara çand û kevneşopiyên gel û welatê xwe buye û çiqas serbilind in, ewqas jî xemgîn in.

Hevserê Gazîn Huseyîn Kizil ku 40 sal bihevre jiyanê derbas kirine, ragihand ku Gazîn li gel hemû astengî û zehmetiyan hem ji bo gel û welatê xwe, hem jî ji bo malabata xwe malkirin û hewlên xwe berdewam kiriye.

Hevserê Dengbêj Gazîn Huseyîn Kizil ji K24ê re wiha axivî: “Ez cejna hemû Kurdistanê pîroz dikim. Ji bo me hamûyan dengbêj Gazîn nirxek bû. Ev 40 sal in hevsera min bû, ez çi bibêjim?  Serê me hemûyan sax be. Hozaneke Kurdistanî bû û ji bo hemû gel û welatê xwe keda xwe dida.

Zavayê Gazîn Abdûlmenaf Kiran jî, da zanîn ku wî jî dayîka xwe jidest daye û balê kişand ku Gazîn li gel keda xwe ya zêde, bi xemên dilê xwe koça dawî kiriye.

Zavayê Dengbêj Gazîn Abdulmenaf Kiran got: “Mirad û mexsedê wê yê yekem, miletê Kurdistanê û serxwebûna Kurdistanê bû. Bi dil û can bawermendeke Kurd û Kurdistanê bû. Miletê Kurd stêrkeke xwe winda kir, stêrkekî ji esmanê Kurdistanê şemitî. Me jî dayika xwe, dadê ya zarokê xwe winda kir.”

Li baxçeyê mala Gazîn ku her bi deng û awazên wê rengîn bû, ev car şîn girêdayiye û xuşkên wê, li ser wesêta wê bi sitrandinê û dengbêjî xemgîniya xwe dijîn.

Dengbêj Gazîn, di 18’ê Tebaxê de, ji ber tansiyona wê bilind dibe, xwînariya mêjiyê derbas kir û ji bo nexweşxaneya Lêkolînê ya Zaningeha Wanê hat veguhastin, piştî 3 roj hewldanên bijîşkan encam nedan û di 21’ê Tebaxê de koça dawî kir. Canazê Gazîn li Goristana Selîmbey ku li gel kela Wanêye hat binaxkirin.  Hem li Mala Gazîn, hem jî li Mizgefta Zeve’yê dê 3 roj şîn berdewam bike.