HDP xwe ji hilbijartinên herêmî re amade dike

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan diyar kir, ew weke partî xwe ji hilbijartinên herêmî yên şaredariyan re amade dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan diyar kir, ew weke partî xwe ji hilbijartinên herêmî yên şaredariyan re amade dikin.

Perwîn Buldan li Stenbolê di dema serdanên ji bo cejnê de diyar kir ku herêmên ku nekarîn bi hilbijartinê ji me bistînin, bi qeyûman dest danîne ser û wê di hilbijartinên herêmî de li dijî vê yekê serkeftinek mezin bidest bixin.

Buldan got, dê di demek nêz de namzedên xwe diyar bikin û dest bi xebatên hilbijartinê bikin. Buldan anî ziman ku li gor pêşbîniyên wan hilbijartin wê Adara 2019 bên kirin.

Ji bo egera hilbijartinên pêşwext bên kirin jî Buldan got, bêyî ku destûr bê guhertin nikarin hilbijartinên pêşwext bikin, tenê bi hevkariya CHP û hevpeymaniya AKP-MHPê dikarin destûrê biguherînin û hilbijartinê pêşwext bikin.

Hevseroka HDPê got, ew her weke sibe hilbijartin bên kirin, dest bi amadekariyan dikin.

 

S. B