Ji bo pirsa Sûriyê Erdogan serdana Îranê dike
Di 7 meha dahatî de, wê serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan serdana Îranê bike, daku li gel hevpostên xwe yê Îranê Hesen Rûhanî û yê Rûsî Vladimir putin civîneke sê alî derbarê Sûryê lidar bixin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Hat ragihandin, ku serokê Tirkiyê ji bo beşdariyê di civîna sê alî de bike, ku derbarê pirsa Sûriyê tê lidarxistin, wê serdana Îranê bike.
Serokatiya Tirkiyê ragihand, ku di 7 meha dahatî de, wê serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan serdana Îranê bike, daku li gel hevpostên xwe yê Îranê Hesen Rûhanî û yê Rûsî Vladimir putin civîneke sê alî derbarê Sûryê lidar bixin.
Berî niha wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov gotibû, di demeke nêzîk de, wê civîna hersê serokên Rûsî, Îran û Tirkî, ji bo gotûbêjkirina dawîn pêşhatên Sûryê û bi taybet rewşa Idlibê, li Taranê bê lidarxistin.
Hersê welatên navhatî, di pirsa agirbestên li Sûryê tên ragihandin, gerentiya aliyên rêjîmê û opozisyona Sûryê dikin, her yek ji Rûsya û Îran gerentiya pêbendiya rêjîmê û alîgirên wê dikin û Tirkiye jî gerentiya hêzên opozisyonê dike.
Di dema dawî de pirsa encamdana operasyonekê li dijî Idlibê ji aliyê hêzên rêjîmê ve, bûye cihê behskirinê di navbera hersê welatan de.
N.O